Fermandarekî Dije Terora Iraqê: Ditirsim li nêzîk balyozxaneya Amerîkayê Iraqî bêne kuştin
Lîwa Rukn Husên Razî îro li nêzîk avahiya Balyozxaneya Amerîkayê çû nav xwepêşanderên alîgirên Heşda Şeibî û daxwaz ji wan kir, derdora avahiya balyozxaneyê bi cih bihêlin.
Husên Razî ji xwepêşanderan re got, pêwîst e derdora balyozxaneyê vala bikin û nêzîkî zêrevanên amerîkî yên balyozxaneyê nebin.
Wî berpirsê Dije Terora Iraqê herwiha got: “Ditirsim li nêzîk avahiya Balyozxaneya Amerîakyê xwîna iraqiyan bê rijandin.”
Li aliyekê din hêzên ewlehiyê yên Iraqê hewl didin, bi gaza rondikrêj alîgirên Heşda Şeibî li derdora balyozxaneya Amerîkayê dûr bikin.
Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê, Helkewt Ezîz jî ragihand, xwepêşandana hêzên Heşda Şeibî û alîgirên wan berdewam e û wek duh li nêzîk avahiya balyozxnaeya Amerîkayê agir vêxistine û dirûşmên li dijî Amerîkayê li ser dîwarên balyozxaneyê dinivîsin û alên Heşda Şeibî û Hizbullaha Iraqê li ser dîwaran bilind kirine.
Peyamnêrê Rûdawê dibêje, hêzên ewlehiyê hewl didin bi gaza rondikrêj xwepêşanderan li derdora avahiya balyozxaneyê dûr bixin û di encamê de hejmarek xwepêşander birîndar bûne, ku bi ambulansan rakirine nexweşxaneyê.
Rudaw
