Ewrûpa bûyerên Bexda şermezar dike
Di ragehandinekê de, Yekêtîya ewrûpayê nîgeranîya xwe derbirî beranber wan xwnîşandanên li pêş balyozxane ya Emerîkayê li Bexda hatîye sazkirin û di encam de, bi dehan kes birîndar bûne û dû derazînkên balyozxaneyê hatîne şewitandin.
Yekêtçî ya Ewrûpayê daxwaz ji hikumeta Îraqê kir, tevaya hewlên xwe bide bo paraztina şander û nivîsîngehên dîplomasî.
Di evê çaroveyê de, gotebêjê fermî bi navê komisyona karûbarên derve di Yekêtî ya Ewrûpayê de, Pîter Sitanû, zicîre peyamek di tora civakî ya Tiwîterê de belav kirîye.
Sitanû nivîsîye: Yekêtî ya Ewrûpayê ewan hêrişên hanê şermezar dike ewên li dijî hêzên Hevpeymanîya nêvdewletî li Îraqê hatîne encamdan.
