• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parêzgarê sepandî rê nade Şaredarê Kurd dest bi kar bike

Gulan Media January 1, 2020 Nûçe
Parêzgarê sepandî rê nade Şaredarê Kurd dest bi kar bike
şaredarê nû yê Kerkûkê Kurde lewre li dijî vî hêz tê bikaranîn
Piştî ku bi biryara wezîrê awedan kirin û şaredariyan ya Îraqê, kesekî Kurd bi navê Fereydûn Adil Mela Weyis weke Serokê şaredariya Kerkûkê hate diyarkirin, parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cebûrî rê nade ev şaredarê Kurd dest bi karê xwe bike.

Di vê derbarê de Peyamnêrê Kurdistantvê yê li Kerkûkê ragihand ku îro danê sibê bo pêşî girtin ji destbikar kirina Şaredarê Kurd yê Kerkûkê, Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cebûrî hêzeke zêde ya leşkerî şandiye ser şaredariya Kerkûkê û Şaredarî dorpêç kirine.

Rakan Cebûrî herwiha daxwaz ji wezîrê awedan kirin û şaredariya hikûmeta Îraqê kiriye ku biryara diyar kirina Şaredarê Kurd hilweşîne.
Top