Pompeo bi belavkirina wêneyan: Van terorîstan êrîşî balyozxaneya me kirin
Mike Pompeo têkildarî êrîşa li ser avahiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, di twîttekê de wêneyên çar kesayetî û serkirdeyên siyasî û leşkerî yên Heşda Şeibî û hikûmeta Iraqê belav kiriye û ragihandiye, wan kesan êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê rêkxistiye.
Pompeo 3 wêneyên xwepêşandana duh a alîgirên Heşda Şeibî li Bexdayê ya li berdem avahiya balyozxaneya welatê xwe belav kiriye û amaje bi navê her yek ji Ebû Mehdî Muhendis (Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî) û Qeys Xezelî (Emîndarê Giştî yê Esayibên Ehlê Heq), Hadî Amirî û Falih Feyaz kiriye û ew kes wek rêkxerên êrîşa ser balyozxaneyê nîşan dane.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha ew kes wek terorîst bi nav kirine.
Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Qeys Xezelî Emîndarê Giştî yê Esayibên Ehlê Heq, Hadî Amirî serkirdeyê Heşda Şeibî û Serokê Hevpeymaniya Feth û Falih Feyaz Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê ye.
Rudaw
