Sîstanî bordûmankirina Heşdî Şabî şermezar kir
Îro roja duşemê 30.12.2019an malpera fermî ya Elî Sîstanî, bi daxuyanîyekê aşkere kir Elî Sîstanî bordûmankirina milîsên Heşdî Şabî şermezar kir. Herwiha Elî Sîstanî ragihandiye divê rêz li serwerîya Iraqê bihêt girtin û nabe bi bîyanûya bersivdana karên nayasayî yên hinek alîyan bihêt binpêkirin.
Di daxuyanîyê de hatiye, tenê desthelata fermî ya Iraqê mafê reftarê heye li beranbera wan karan û bikaranîna rêyên rêgir li pêş dûbare bûna wan. Pêwîste jî desthelata Iraqê wê pêngavê bihavêje û kar bike daku Iraq nebe qada milmilanêyên deverî û nêvdewletî û di karûbarên navxweyî de.
Basnews
