Nêçîrvan Barzanî peyameka serxweşiyê belav kir
Îro roja duşemê 30.12.2019an, aktor û pêşkêşkarê televîzyonî yê navdar ê bajarê Silêmaniyê, Aso Omer Suware bi sedema nexweşiyê koça dawî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî hunermend Aso Omer Suware, peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama serxweşiyê ya Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Mixabin min nûçeya koça bêwext a hunermend û aktorê diyar Aso Omer Suwar bihîst.
Ji dil pirse û serxweşiyê li malbata wî ya birêz, li kesûkar û heval û dostên wî, li hunermend û hunerdostên Silêmaniyê û Kurdistanê dikim, hevsoz û şirîkê xema wan im. Xwedayê mezin sebr û aramiyê bide hemû aliyan û xwedêjêrazî bi biheşta xwe şad bike.”
Basnews
