• Wednesday, 11 February 2026
logo

Muqteda Sedir: Îraq ji nav diçe

Gulan Media December 31, 2019 Nûçe
Muqteda Sedir: Îraq ji nav diçe
dibêje şerê Îran û Amerîkayê dibe sedema jinav çûna Îraqê
Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir li ser pêgeha xwe ya li twitterê derbarê êrîşên Amerîkayê yên bo ser hizbulaha Îraqê ku ser bi Îranê ye peyamek nivîsandiye.

Sedir daxwaz ji aliyên Îraqî kiriye daku yek deng bin û Îraq ji şerê navbera Îran û Amerîkayê bidûr bigirin jiber ku şerê navbera Îran û Amerîkayê ji bilî ziraran ti fêdeyek nade Îraqê.

Sedir herwiha eşkere kiriye ku eger aliyên Îraqî yek helwest nebin û Îraq bixin nava şerê Îran û Amerîkayê vê demê vê Îraq bi temamî bişewite û ji nav biçe.
Top