Xaneqîn – Çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Heşda Şeibî kirin
Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed ji BasNewsê re got, şeva borî li nêzîkî nahiya Qeretepe ya Xaneqînê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî û Heşda Şeibî kirin.
Nîhad Mihemed da zanîn, ji ber wê jî şerekî giran di navbera wan û çekdarên Heşda Şeibî de derket.
Wî efserê polîs anî ziman ku çekdarên DAIŞê li nav bajarokê Xalis yê Diyale de êrişî polîsan kirin û polîsek kuştin.
Basnews
