Ibrahîm Biro: Helwestên PYDê ji aliyê Civaka Navdewletî ve nayên qebûlkirin
Biro diyar kir, di heman demê de ku PYD hewlên xwe dide tevlî şandên danûstandinan ên opozisyonê bibe, danûstandin û rêkeftinên leşkerî digel hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê îmze dike, ev yek jî ji aliyê civaka navdewletî ve nayê qebûlkirin.
Biro bal kişande ser hebûna wan di nava Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de û got, rêkeftin digel Îtîlafê heye ku mafê gelê Kurd di paşeroja Sûriyê de parastî be.
Wî rayedarê ENKSê di derbarê lihevhatina ENKSê û Rêveberiya Xweser de jî destnîşan kir, ku serkirdeyên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê hene, lê hejmarek ji wan jî li derve ne û got, gefa kuştinê li ser wan berdewam e.
Îbrahîm Biro diyar kir ku Rêveberiya Xweser mijara vekirina ofîsên ENKSê weke hikûmeta Sûriyê bi kar tîne û got, hikûmeta Sûriyê jî tenê behsa mijara nasnameyan dikir û bi vî awayî jî pirsgirêka Kurd piştguh dixist.
Rudaw
