2 şervanên HSDê li Reqayê di teqînekê de hatin kuştin
Medyaya nêzîkî opozîsyona Sûriyê li ser zarê berpirsekî HSDê bekav kir, bomebeyek di nava otombîleke şervanên HSDê de li ser riya gundê Hos ê li rojhilatê Reqayê teqiya.
Diyar kir jî, di encama teqînê de 2 şervanên HSDê canê xwe jidest dan û 4 şervanên din jî birîndar bûn.
Li gor hatiye belavkirin, şervanên HSDê yên canê xwe jidest dane, xelkê Dêrazorê ne.
Heta niha ti daxuyanî ji aliyê HSDê di vê derbarê de belav nekiriye.
K24
