• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ebû Mehdî Muhendîs: Em ê bersiveka gelekî tûnd bidin Amerîkayê

Gulan Media December 30, 2019 Nûçe
Ebû Mehdî Muhendîs: Em ê bersiveka gelekî tûnd bidin Amerîkayê
Cîgirê Fermandarê Giştî yê milîsên Heşda Şabî Ebû Mehdî Muhendîs di kongreyeke rojnenemevanî da aşkere kir ew ê bersiveka gelekî tûnd bidin Amerîkayê.

Di kongreyeke rojnemevanî da îro roja duşemê 30.12.2019an Ebû Mehdî Muhendîs, xwîna kuştiyên wan bi heder naçe û Heşdî Şabî wê bersiveka tûnd bide Amerîkayê beramber wan êrîşên wê.

Duhê êvara roja yekşemê 29-12-2019an Heşdî Şabî ragihand, pêgehên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê rastî êrîşan hatin. Rêveberiya Tevgeran a Heşdî Şabî jî diyar kir, di encama êrîşa li ser Lîwaya 45 û 46 de, 25 çekdar hatin kuştin û 51 çekdar jî birîndar bûn.

Beriya bi 3 rojan bi mûşekan êrîşek li ser serbazgeha Amerîka “K1” li bajarê Amerîkî hatibû kirin û di encamê de welatiyekî Amerîkî ku bi girêbest bi artêşa Amerîka re kar dikr hatibû kuştin û hejmarek serbazên Amerîkî û Iraqî jî bi sivikî birîndar bûbûn.

Wezêr Begiriya Amerîkayê Mark Esper û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di konferanseke rojnamevanî da aşkere kirin ku wê operasyonên wan li ser Heşdî Şabî berdewam bikin.

Herwiha Mark Esper ragihand, wek bersivekê li ser êrîşa li ser hêzên Amerîka li Iraqê hatiye kirin, PENTAGONê 5 pêgehên hêzên ser bi Îranê ve li Iraq û Sûriyê bombebaran kirine.

Basnews
Top