• Wednesday, 11 February 2026
logo

Welatekî Erebî piştevaniya xwe bo êrîşa Amerîkayê ragihand

Gulan Media December 30, 2019 Nûçe
Welatekî Erebî piştevaniya xwe bo êrîşa Amerîkayê ragihand
Welatekî Erebî piştevaniya xwe ji êrîşa Amerîkî li ser pêgehên Hizbulah li Iraq û Sûriyê radigihîne.

Wezareta Derve ya Behrênê di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşa Amerîkî li ser pêgehên teroristan, wek bersivekê li ser karên tawanbaran ên berdewam bû.

Di daxuyaniyê de hat jî, Behrên rola stratejî ya Amerîkî bo rûbirûbûna grûpên terorê li navçeyê bilind dinirxîne û piştevaniya xwe ji ked û pêngavên Amerîka re yên ji bo gerentîkirina ewlehî û aştiyê li ser asta herêmî û navdewletî radigihîne.

firokeyên F-15 ên Amerîkî duhî 3 pêgeh li rojavayê Iraqê û 2 pêgeh li rojhilatê Sûriyê ên mîlîşyayên Hizbulah bombebaran kirin.

li gor dawî amarên ku Hizbulah bi xwe ragihandine, 25 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û zêdetir ji 50 çekdarên din jî birîndar bûne.

K24
Top