Di êrîşên Amerîkayê de 25 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
Li gor medya fermî ya Iraqê, Heşda Şeibî hejmara kuştiyên xwe aşkere kiriye û ragihandiye ku di êrişên Amerîkayê de 25 çekdar hatine kuştin û 50 çekdar jî birîndar bûne.
Li aliyê din Berdevkê Fermandehiya Hêzên Çekdar yên Iraqê ragihand, “Adil Ebdulmehdî êrîşa Amerîka bo ser bingehên Heşda Şeibî protesto dike û peyama xwe gihandiye Wezîrê berevaniya Amerîka.”
Adil Ebdulmehdî, ev êrişa bo ser binkeyên Heşda Şeibî weke ‘bi pêşhateke metirsîdar’ daye zanîn.
Têkildarî êrîşa şeva derbasbûyî, Şaneya Ragihandina Cengî ya Iraqê dabû xuyakirin, di êrîşê de 4 kes hatine kuştin, ku yek ji wan Fermandeyê Baregayê Lîwaya 45 a Heşda Şeibî ye û 30 çekdarên din jî birîndar bûne.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, ku artêşa wî welatî li Iraq û Sûriyê li dijî 5 binkeyên Ketayibên Hizbullahê êrîşên asmanî pêk aniye.
Li gor daxuyaniya Pentagonê, 3 ji wan binkeyan li Iraqê û 2 binke jî li nav axa Sûriyê ne.
Pentagonê diyar kiribû, ev êrîş weke bersivekê li hember êrîşa Ketayibên Hizbullahê bo ser binkeya serbazî ya K1 a hevpeymanan li Kerkûkê ye, di wê êrîşê de welatiyekî Amerîkî hatibû kuştin û 4 leşkerên din ên Amerîkayê û 2 leşkerên Iraqî birîndar bûbûn. Heşda Şeibî herwiha ragihand ku lîwayên 45 û 46 ên ser bi wê rêxistinê bûne armanca êrişan.
Rudaw
