• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rewangeha Sûrî: Tirkiyê 300 çekdarên Sûrî gehandine Lîbyayê

Gulan Media December 30, 2019 Nûçe
Rewangeha Sûrî: Tirkiyê 300 çekdarên Sûrî gehandine Lîbyayê
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan radigihîne, Tirkiyê 300 çekdarên Sûrî yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, birine Lîbyayê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara çekdarên Sûrî yê Tirkiye piştevaniya wan dike û bo Lîbyayê vegahstine gihîştiye 300 çekdarî.

Li gor zanyariyên Rewangehê, hejmara çekdarên navên xwe tomar kirin bo biçin Lîbyayê û li serbazgehên Tirkiyê tên rahênankirin, di navbera 900 û hezar çekdarî de ye.

Ev yek di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihandibû, ewê piştgiriya xwe bo Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê zêdetir bikin. Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê jî daxwaza hêza leşkerî ji wan kiriye. Ew vê daxwazê qebûl dikin û dê leşkerên xwe bişînin wî welatî.

Bo vê mebestê jî, Serokatiya Firaksiyona AK-Partiyê nameyeke agahdarkirinê bo parlemanterên xwe şand û diyar kir, eger heye 30ê meha Berçile, roja Duşemê projeyasaya şandina leşkerên Tirkiyê bo Lîbyayê pêşkêşî parlementoyê were kirin û 2ê Çile jî, roja Pênceşemê demjimêr 14:00an de jî Civata Giştî ya Parlementoyê kom bibe.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir jî, her çekdarek dê di navbera 2 hezar û 2 û 500 Dolaran wek mûçe werbigire û her çekdarek li girêbestê jî dê di navbera 3 – 6 mehan de li Lîbyayê bimînin.

Her di vê çarçovê de jî, pêştir Rewangehê belav kiribû, grûpên çekdar ên li Efrînê ne, 4 navendên tomarkirina navan bo çûna bo Lîbyayê vekirine.

Basnews
Top