• Wednesday, 11 February 2026
logo

Adil Ebdulmehdî dijînî ya xwe bo hêrişa Emerîkayê derbirî

Gulan Media December 30, 2019 Nûçe
Adil Ebdulmehdî dijînî ya xwe bo hêrişa Emerîkayê derbirî
Gotebêjê fermande ya giştî yê hêzên çekdarên Îraqê, lîwa Ebdulkerîm xelef ragehand, Adil Ebdulemehdî, serok wezîrê dest ji kar vekişandî yê Îraqê, bi wezîrê berevanîyê re ragehandîye, burdûmankirina baregehên Heşda Şeibî red dike.

Herweha hatîye, serokê wezîran bi tundî dijî wan hêrişên asmanîya Emerîkayê ye bo ser baregehên Heşda Şeibî rawestaye.

Got jî, Adil Ebdulmehdî, daxwaza civîneka asayîşa nîştîmanî dike û tekez dike her kareke yek alî ku Hevpeyman encam bidin, em red dikîn û ew hêriş binpêkirineke metirsîdare bo ser Îraqê û deverê.

Êvarîya Evro di beyannameyekê de, şane ya ragehandina ewlekarî ya Îraqê belavkirîye, di demjimêr 7:00 êvarî ya evro, baregeha lîwa ya 45 a Heşda Şeibî, li devera Xabe Selûm û Ek Hirş li ser sinûrê di navbera Îraq û Sûriyê hevrûşî sê burdûmanên asmanî yên artêşa Emerîka bûye.

Herweha di wê ragehandinê de, 4 çekdarên Heşda Şeibî hatîne kuştin û 30 çekdarên din jî birîndar bûne.

Aşkera jî kirîye, yek ji kuştîyan alîkarê fermandeyê wê lîwayê ye.

Ev beynname piştî wê yekê dihêt, ku Wezareta Berevanî ya Emerîkayê (Pêntagon) di ragehadinekê de, berpiratîya xwe ragehand ji burdûmankirina baregeha Heşda Şeibî li ser sinûrî ya Îraq û Sûriyê.

Pêntagonê ragehand jî: Wan pênc baregehên Hizbûllaha Îraqê li Îraq û Sûriyê burdûman kirîne ku 3 ji wan baregehan di Îraqê de bûne ş 2 jî di nav Sûriyê de bûn.

Xuya jî kir, ev burdûman bersiveke bo wê burdûmana çekdarên Hizbûllah a Îraqê kirîne ser bingehên Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê.

Êvarî ya evro, firoke cengîyên Emerîkayê baregeha lîwa ya 45 a Heşda Şeibî li Qayîm burdûman kir, ku baregeha serekî ya Ketîbe yên Hizbûllah a Îraqê bûye.

Dema Zêdetir ji 48 demjimêre dengo ya wê yekê belav bûye ku rebge baregehên Heûda Şeibî bihên burdûman kirin. Bo evê mebestê jî, Heşda Şeibî hoşdarî dabû tevaya çekdarên xwe û hêzên xwe xistibûn di amadebaşîyê de.

lê Radîyo ya Dicle li ser zimanê çavkanîyeka ewlekarîya Îraqê belavkirîye, hejmara Kuştîyên Heşda Şeibî gehaye 18 kesan û bi dehan jî birîndar bûne.

K24
Top