Amerîka: Me 5 Fermandarên hizbulahê kuştine
Di preskonferansê de her du wezîrên Amerîkî diyar kirin ku di êrîşan de ku bi rêya balefirên F15 pêk hatine 3 navendên leşkerî li Rojavayê Îraqê û du navendên din yên li Rojhilatê Sûriyeyê hatine bordimankirin.
Ev navendên han cîhên Fermandarên wan çekdaran û cebelxaneyên wan çekdaran bûne û di encama êrîşan de herî kêm 5 Fermandarên hizbulah û 25 çekdar hatine kuştin û 50 çekdarên din jî birîndar bûne.
Wezîrên Amerîkî anîn ziman ku ev êrîş bersif dana êrîşên hizbulahê bo ser navendên leşkerî yên Amerîkayê bûne û emê vê bersifên tund bidin her cure êrîşek û bijardeyên din jî dinirxînin.
