Pêntagonê ragehandinek derbarê burdûmankirina Heşda Şeibî belav kir
Pêntagonê ragehand jî: Wan pênc baregehên Hizbûllaha Îraqê li Îraq û Sûriyê burdûman kirîne ku 3 ji wan baregehan di Îraqê de bûne ş 2 jî di nav Sûriyê de bûn.
Xuya jî kir, ev burdûman bersiveke bo wê burdûmana çekdarên Hizbûllah a Îraqê kirîne ser bingehên Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê.
Êvarî ya evro, firoke cengîyên Emerîkayê baregeha lîwa ya 45 a Heşda Şeibî li Qayîm burdûman kir, ku baregeha serekî ya Ketîbe yên Hizbûllah a Îraqê bûye.
Dema Zêdetir ji 48 demjimêrane dengo ya wê yekê belav bûye ku rebge baregehên Heûda Şeibî bihên burdûman kirin. Bo evê mebestê jî, Heşda Şeibî hoşdarî dabû tevaya çekdarên xwe û hêzên xwe xistibûn di amadebaşîyê de.
K24
