• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Selahadîn Bahadîn kir

Gulan Media December 28, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Selahadîn Bahadîn kir
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi boneya hilbijartina wî ji nû ve weke Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahî li Selahedîn Bahadîn kir.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Selahadîn Bahadîn kir ku duh di yekem roja kongreya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê, weke Sekreterê Giştî yê wê partiyê hatibû hilbijartin.

Mesrûr Barzanî di wê peyamê de pîrozbahiyên xwe pêşkêşî, Selahadîn Bahadîn, serkirdayetiya nû ya wê partiyê û tevahiya endamên Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê di wê peyama xwe de dibêje, “Hêvîdar im serkevtina vê kongreyê bibe sedema karkirina zêdetir a Yekgirtiya Îslamî û hemû aliyên Kurdistanî li ser pêşxistina yekrêzî û hevhelwestiya di pirsên niştimanî û xizmetkirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.”

8mîn kongreya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê duh li Hewlêrê dest pê kir û di yekem roja wê kongreyê de Selahedîn Bahadîn careke din weke Sekreterê Giştî yê wê partiyê hat hilbijartin.

Rudaw
Top