• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tirkiye: Leşkerên me ji Idlibê venakişin û emê bersiva her êrîşekê bidin

Gulan Media December 29, 2019 Nûçe
Tirkiye: Leşkerên me ji Idlibê venakişin û emê bersiva her êrîşekê bidin
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand, ku ew xalên xwe yên leşkerî li Idlibê vala nakin û ji herêmê venakişin. Hulusî Akar got, xalên wan ên çavdêriyê li Idlibê amade ne bersiva her êrîşekê bidin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar ji bo şopandin û nirxandina rewşa herî dawî ya li Idlibê serdana parêzgeha Hatayê kir û li xala sifir a sînorî ya bi Sûriyê re li gel general û fermandarên Artêşa Tirkiyê civîn pêk anî.

Hulusî Akar ragihand, ku 12 xalên wan ên çavdêriyê li Idlibê hene û diyar kir, ew wan xalên xwe yên leşkerî vala nakin û ji herêmê jî venakişin.

Akar diyar kir, xalên Tirkiyê yên çavdêriyê yên li Idlibê di dema her êrîşekê de amade ne li gor fermanên rayedarên jor xwe bersivê bidin.

Akar herwiha da zanîn, ku her 12 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Sûriyê di amadebaşiyê de ne û mijûlî parastina agirbestê ne û qet ji navçeyê venakişin.

Di destpêka sala 2018an de artêşa Tirkiyê li gor Rêkeftina Astanayê û bi lihevhatina li gel Rûsyayê, 12 xalên leşkerî ji bo çavdêriya agirbestê û avakirina herêmên kêm şer li Idliba Sûriyê ava kir.

Di wan rojên dawî de û piştî operasyona Rûsya û hikûmeta navendî ya Sûriyê bo ser grûpên çekdar ên opozisyonê li başûrê Idlibê, hejmarek xalên çavdêriyê yên Tirkiyê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatine dorpêçkirin û navçeyên derdora wan xalên çavdêriyê bi temamî ketine bin desthilata hêzên hikûmeta navendî ya Sûriyê.

Rudaw
Top