Fermandarekî Pêşmerge: Bila hemwelatî ji aramiya sînorê Kuleco piştrast bin
Fermandarê lîwaya 3 ya wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê Emîd Dilêr Hebîb îro 29.12.2019ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek hêza Pêşmerge li sînorê bajarokê Kuleco û derdora wê em di amadebaşiyê de ne bo her eger û êrîşekî terorîstan.’’
Herwaha got: ‘’Li gel anîna hêza zêdetir, bi kamerayên çavdêriyê ve em çavdêriya terorîstan dikin, ji ber wê bi ti awayekî em rê nadin tevgera DAIŞê.’’
Basnews
