Mazlûm Kobanî: Deriyên me ji şêniyên Îdlibê ra vekirî ne
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî li rûpela xwe ya Twitterê got: "Deriyên me ji şêniyên Îdlibê re vekirî ne û dikarin hevkariyê bi hêzên leşkerî yên Îdlibê yên di bina sîwana HSDê de pêk bînin da ku berê xwe bidin herêmên me."
Herwiha Mazlûm Kobanî got:"Şerê wêrankirinê rawestînin, sîwaneke tevahî hêzên neteweyî ava bikin ku sivîlan û rûmeta wan biparêzin û sînorekê ji bazirganiya xwîn û malên sûriyan re deynin."
Li Îdlibê şerekî dijwar di navbera hêzên artêşa Sûrîyê û çeteyên bin fermana dewleta Tirkîyê de didome û di encamê de sivîl dibin qurbanî û bi hezaran kes jî koçber bûne.
Herwiha Neteweyên Yekbûyî îro roja înê ragihand ku piştî destpêbûna operasyona hikûmeta Sûriyê û êrîşên esmanî yên Rûsyayê, di nav vê mehê de 235 hezar sivîl li Îdlibî ji malên xwe revîyane.
Basnews
