hejmarek ji çekdarên dijberîya Sûriyê xwe radestî HSDyê kirin
Riwangeha Sûriya ya Mafên mirov belavkirîye, hejmarek ji çekdarên dijberîya Sûriyê yên ku li Girê Sipî dimînin, pêşnîyaz li HSDyê kirîne ku tevî çekên xwe xwe radestî wan bikin lê bi merca ku HSD alîkarîya wan bike ku bighine Îdilbê.
Li gor ku hatîye belavkirin, HSD razîbû alîkarya wan çekdaran bike lê Rûsiyê rê li ber wê yekê girt.
Riwangehê belav jî kirîye, ku bi berdewamî çekdarên dijberîya Sûryê ji navçeyên ku di vê dema dawî de kontirol kiribûn xwe dighînin navçeyên HSDyê û ew jî bi merema gehandina wan bo Îdilbê.
K24
