• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kuştî û birîndarên êrişa serbazgeha K1 ya Kerkûkê eşkere bûn

Gulan Media December 28, 2019 Nûçe
Kuştî û birîndarên êrişa serbazgeha K1 ya Kerkûkê eşkere bûn
Hejmara kuştî û birîndarên êrişa şeva borî ya li dijî serbazgeha K1 ya hêzên Amerîkî li Kerkûkê hatin eşkerekirin.

Şeva borî serbazgeha K1 ya hêzên Amerîkî, ku dikeve rojavayê bajarê Kerkûkê, rastî êrişê hatibû.

Berpirsên Amerîkî dane zanîn, di wê êrişê de ku bi topên hawanê hatibû kirin, sivîlekî Amerîkî, ku bi hêzên Amerîkî re kar dikir, hatiye kuştin û çar serbazên Amerîkî jî birîndar bûne.

Di nav wê serbazgehê de, ji bilî hêzên Amerîkî hêzên Iraqî jî hene.

Serbazgeha K1 beriya xiyaneta 16 Cotmeha 2017, di destê hêzên Pêşmerge de bû.

Basnews
Top