• Wednesday, 11 February 2026
logo

CHP: Deng nadin şandina leşkeran bo Lîbyayê

Gulan Media December 28, 2019 Nûçe
CHP: Deng nadin şandina leşkeran bo Lîbyayê
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne, ew naxwazin xwîna leşkerên wan li çolên Lîbyayê birije.

Biryar e AK-Partî di 8ê meha bê projeyasaya şandina hêzên leşkerî yên Tirkiyê bo Lîbyayê pêşkêşî parlementoyê bike.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li dijî şandina leşkerên Tirkiyê bo Lîbyayê derdikeve û dibêje, hikûmeta Tirkiyê ji bo biratiya îxwan dixwaze biçe Lîbyayê. Lê di dema dengdanê, ewê dengê nexêr bidin projeyasaya şandina leşkeran.

Kiliçdaroglu dibêje, ew naxwazin xwîna leşkerên wan li çolên Lîbyayê birije.

Serokomarê Tirkiê Recep Tayîp Erdogan berî niha çend rojan eşkere kiribû, ewê hêzên Tirkiyê bişînin Lîbyayê.

Hikûmeta Tirkiyê 27ê meha bûrî bi Lîbyayê re rêkeftina hevkariya leşkerî kiribû.

Top