• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî YNKê kir

Gulan Media December 28, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî YNKê kir
dibêje bila bihev re xizmeta xelkê û pirsên nîştimanî bikin
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber bi dawî hatina kongreya 4an ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Pîrozbayiya serkeftina kongreya 4an li birêzan endamên civata bilind ya siyasî, civata giştî ya serkirdatî û tevahiya endamên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê dikim.

Hêvî dikim ev kongreya han bibe derfetek bo xizmet kirina pirsên nîştimanî û herwiya piştîvaniya zêdetir ya hikûmeta herêma Kurdistanê daku bikarin bihevre xizmeteke hêjatir pêşkêşî xelkê herêma Kurdistanê bikin û pêdegirî jî ji mafên xwe yên destûrî bikin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

27/12/2019
Top