• Wednesday, 11 February 2026
logo

ENKS guhatina demografiya Efrînê û operasyonên li Idlibê red dike

Gulan Media December 28, 2019 Nûçe
ENKS guhatina demografiya Efrînê û operasyonên li Idlibê red dike
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bang li civaka navdewletî dike, proseya guhartina demografî li Efrînê şermezar bike û operasyonên serbazî li Idlibê û armanckirina xelkê sivîl rawestîne.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, bi berdewamiya tundiya operasyonên serbazî ya hêzên rêjîma Sûriyê li ser başûrê Idlibê re, hejmara qurbanî û koçberan zêde bûye, ligel vekişîna grûpên çekdar ji gund bajarokan jî, xelkê wê navçeyê rastî çarenivîseke nediyar tê.

ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje, grûpên çekdar ên ji gund û bajarokên Idlibê vedikişin, kar li ser bicihkirina koçberên Idlibê li Efrînê dikin û bi vê yekê re jî plana guhartina demografiya Efrînê li dijî hebûna Kurdan a dîrokî bicih dike, ligel wê jî rê nadin xelkê Efrînê yê resen vegerin herêma xwe.

Di daxuyaniyê de hatiye, ENKS ligel şermezarkirina armanckirina xelkê sivîl ji aliyê çi aliyekî be, di heman demê de jî bi tundî kiryarên grûpên çekdar ên çandina fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de û kiriyarên li dijî xelkê sivîl, mirovahiya û gelê Kurd red dike.

ENKS bang li civaka navdewletî dike, proseya guhartina demografî û bicihkirina xelkê biyan li şûna Kurdan şermezar bike, operasyonên serbazî li seranserî Sûriyê rawestîne, sivîlan biparêze û ewlehiyê ji wan re peyda bike.

Herwiha ENKS daxwaz ji civaka navdewletî dike, proseya çareseriya siyasî li Sûriyê çalaktir bike û sînorekê ji êş û azarên xelkê re dane û ewlehî û aştiyê di Sûriyayeke demokratîk û yekgirtî de pêk bîne.


K24
Top