Serokê hewalgirîya Îsrayîl: Îran bo Mosadê karê berahîyê ye
Kohîn ragehand: Karên navokîyên yên Îranê, mûşekên dûrhavêjên wê, berfirehkirina hejmûna wê li deverê û piştîvankirina wê bo rêkxistîyên teroristî metrsîyeke mezine bo ser asayîşa Îsrayîlê û hevwelatîyên wê.
Herweha Kohîn got: Hemû desteyên Mosadê bi jin û zelam ve, bi hevre wek yek mist kar dikin bo bicîkirina encaman.
Ev axivtinên Kohîn piştî wê yekê dihên ku Çarşembîya bûrî, serok erkanê artêşa Îsrayîlê. Efîf Koxafî ragehandî, Feyleq a Quds a Îranî ya ser bi pasdaran, mehane çekên pêşkevtî vediguhêzin bo Îraqê. Tekz jî kir ku, Îsryîl rê bi berdemabûna evê yekê nade.
Koxafî gotibû jî: Îran bi driêjahîya sala burî sîyasetên xwe diguher û dest hêrişan kirîye, nemaze jî dijî welatên kendavê.
K24
