• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mewlûd Bawemurad dest ji erka xwe ya nav Yekgirtûya Îslamî berda

Gulan Media December 26, 2019 Nûçe
Mewlûd Bawemurad dest ji erka xwe ya nav Yekgirtûya Îslamî berda
Endamê politburoya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê dest ji berdana erka xwe ya ji rêveberiya partiyê ragehand û got, careke din nabe namzed.

Endamê politburoya Yekgirtûya Îslamî Mewlûd Bawemurad di peyamekî ji endamên kongreya 8.mîn a partiya xwe de amaje bi wê yekê kir ku, 25 sale bê qutbûn endamê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ye û 17 sale jî endamê politburoyê ye.

Herwaha dibêje di hemû qonaxên jiyana xwe de karên partiyê li pêş karên xwe yên taybet girtiye dest. Lê herwaha dest ji kar berdana xwe jî ragehandiye û amaje bi wê jî kiriye ku: ‘’Ez li ser pişta vî hespî dê dakevim û xwe ji bo ti peywirekî jî wek namzed nîşan nadim.’’

Biryare piştî çend rojên din kongreya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê pêkbê û heta naha çend kesekî bi fermî xwe bo peywira emîndariya giştî ya Yekgirtûya Îslamî wek namzed nîşan daye, ku emîndarê giştî yê partiyê yê naha Selahedîn Mihemed Behadîn jî nav wan de ye.

Basnews
Top