• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kiristiyanên Rojava cejna ji dayîkbûna HZ. Îsa pîroz dikin

Gulan Media December 25, 2019 Nûçe
Kiristiyanên Rojava cejna ji dayîkbûna HZ. Îsa pîroz dikin
Xirstiyanên Rojavayê Kurdistanê cejina jidayikbuna Hezretî Mesîh pîroz dikin .Tevî rewşa zehmet û metirsiya xelkê ji teqînan, lê xelkê ev roj bibîr anî.Xekên bajarê Qamişlo bi hêvî ne, ku aramî li navçeya wan peyda bibe.

Keniseya ku beriya cend mehan bibu armanc ji çalakiyên terore re, îro zngilê wê lêdide jibo ku cejina jidayikbûna hezretî mesîh pîroz bike. Tevî rewşa aloz ya ku Rojavayê Kurdistanê têre derbas dibe û tevî metirisiya ji teqînan, lê xelk şahiye dikin û rê û resmên cejinê bi awayekî baş birêve diçin.

Ji detpêka sibehê ve xiristiyanên deverê berê xwe dan kenîseyan û nimêja cejinê kirin. Kesên xiristiyan dibêjin, nameya hezretî mesîh aştî ye û hêviya me ku aştî û aramî li Sûriyê bi giştî belav bibe ,herwiha çanda heskirinê li cem xelkê çê bibe.

li gorî dab û nerîtan piştî ku xelk nimêja xwe bi dawî dikin berê xwe didine oldarên xiristiyan û cejina wan pîroz dikin, herwiha pêşwaziya mêvanan li malên xwe dikin. Di çend salen dawî ye de û pistî ku hin aramî

di deverê de çêbu, pêkhateya xiristiyan bi awayekî balkês amadekariyên xwe jibo cejinan dikirin , lê îsal û jiber rewsa aloz piraniya xiristiyanan cejina jidayikbuna hezretî mesîh di malên xwe de derbas dikin.

K24
Top