Kerkûk…Hêzekî ewlehiyê avête ser taxeke din a kurdan
Peyamnêrê BasNewsê ji Kerkûkê ragehand, îro 25.12.2019ê çekdarên lîwa ya 61 a ser bi hikûmeta Iraqê, bi bahaneya kontrolê avêtin ser hejmarek mezin a malên taxa Derwaze ya kurdan li bajarê Kerkûkê û bû sedem ku di hemwelatiyan de tirs çêbibe.
Herwaha hat zanîn awayê kontrol û avêtina ser malan de rûniştvanê taxê nîgeran kirine.
Demeke hêzên çekdar ên hatine sepandin li ser Kerkûkê bi bahaneyên cuda ve davêjin ser taxên kurdan û vê yekê di malbatên kurd de nerihetî çêkiriye û pir caran jî fişar çêdikin ku kurd mal û milkên xwe bifroşin û ji Kerkûkê derkevin.
Basnews
