Başûrê Kurdistanê 18 ton derman dişîne Rojava
Kempîna komkirina derman û pêdiviyên tendirustiyê di 18ê Mijdarê de dest pê kiribû û duh Sêşemê bidawî hat.
Bi gotina serpireştyarên wê kempînê, di rojên kempînê de li sînorê parêzgeha Silêmaniyê zêdetir ji 18 ton derman û pêdiviyên tendirustiyê ji aliyê kes û aliyên xêrxwaz ve hatin komkirin.
Serpiriştiyarên wê kempînê ji Rûdawê re gotin, ji destpêka kempînê ve ta niha wan bi qasî 15 ton derman û derodora 10 hezar dolar û 27 milyon dînarê Iraqî kom kir.
Yek ji serpireştyarên kempînê da xuyakirin, wan bi pereyê ku hatibû komkirin, 3 ton derman kirîn û bi vî awayî bi giştî di kempînê de 18 ton derman hatiye komkirin.
Biryar e di çend rojên bê de ew derman bo Rojavayê Kurdistanê bêne şandin.
Rudaw
