Li Elqoşê Pêşmerge beşdarî pîrozkirina cejna Kirîsmes bûn
Hêzên Pêşmerge yên ku li eniya Tilsiqof ya Mûsilê ne, beşdarî merasima pîrozkirina cejna ji dayîkbûna Hz. Îsa (Kirîsmes) li nahiya Elqoş ya Mûsilê bûn.
Rûhaniyekî mesîhî yê Elqoşê bi navê Gorgîs li ser wê yekê ji BasNewsê re got, hêzên Pêşmerge beşdarî merasima pîrozkirina cejna Kirîsmesê bûn. Bi rastî eger hêzên Pêşmerge li vê deverê nebûna me nedikarî bi awayekî asûde cejna xwe pîroz bikin.
Fermandeyê Pêşmerge li eniya Tilsiqof, Tariq Silêman Hernî jî li ser wê mijarê ji BasNewsê re got, hêzên Pêşmerge tenê çend kîlometran ji nahiya Elqoş dûr in. Heta em li wir bin em nahêlin birayên me yên mesîhî rastî ti nexoşiyekî bibin. Ew parastî ne. Ew jî bi hêzên Pêşmerge re alîkar in.
Basnews
