• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bêyî razîbûna Kurdan yasaya hilbijartinan hat pesendkirin

Gulan Media December 25, 2019 Nûçe
Bêyî razîbûna Kurdan yasaya hilbijartinan hat pesendkirin
Parlamentoya Iraqê bêyî razîbûna Kurdan pêdeçûna yasaya hilbijartinên parlamentoyê pesend kir, fraksiyonên Kurdî jî wek bertek li hember guhnedana bi nerîna wan, civîna parlamentoyê boykota kirin.

Parlamentoya Iraqê duh Sêşemê ji bo gotûbêjkirin û dengdana li ser pêdeçûna bi yasaya hilbijartinên parlamentoyê li wî welatî, civiya û tevî ku hemû fraksyonên Kurdî nerazîbûna xwe li hember guhertinan nîşan dan, lê bêyî razîbûna wan herdu madeyên 15 û 16 ên ji wê yasayê hatin pejirandin.

Madeya 15 a vê yasayê derbarê bazneya hilbijartinan de ye û li gor vê madeyê bazneya hilbijartinan li ser esasê qezayan hatiye danîn û nûneratî li ser asta takekes dibe. Li gor wê sererastkirinê, li her bazneyeke hilbijartinan, her berbijêrek piraniya dengan bi dest bixe, dê bibe yekane serkevtiyê/a hilbijartinan.

Herwiha madeya 16 a heman yasayê, têkilî bi kotaya jinan ve heye ku rêjeya %25 ji bo jinan diyar kiriye.

Fraksyonên Kurdî yên li parlamentoya Iraqê daxwaz kirin, ku her parêzggehek wek bazneyeke hilbijartinan were hesibandin û deng bi lîsteyan were dayîn, lê ev yek nehate qebûlkirin.

Serokê Komîteya Yasayî li parlamentoya Iraqê, Rêbwar Hadî ji Rûdaw re got, ne merc e gelek bazne li ser asta qezayan hebin, lê di wê yasayê de navê qezayan hatiye rakirin.

Bi gotina Rêbwar Hadî, dibe 2 ji bo 3ê qezayan bibin yek û weke bazneyeke hilbijartinan li ser asta parêzgehan bêne diyarkirin.

Endamê parlamentoya Iraqê ji Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Dana Ceza ji Rûdawê re ragihand: “Aliyên Kurd civîn baykot kirin, em di vê baweriyê de ne, ku rêjeya yasayî ya civînê nehatibû temamkirin û zêdebarî vê yekê dengdan li ser yasayê kirine.”

Dana Ceza herwiha dibêje, ev yasa gelek giring e û bandora wê dê li ser proseya siyasî û rewşa Iraqê hebe. Mixabin bêyî razîbûna Kurdan careke din li ser bingeha piranî û kêmaniyê herdu madeyên 15 û 16 ji yasaya hilbijartinan pesend kirin.

Dana Ceza tekez dike: “Dibêjin ew madeyên yasayê di berjewendiya xelkê û aliyan de ye, lê belê di berjewendiya aliyan de nîne û ji bo derblêdana li partiyên biçûk e.”

Parlamentarekî Hevpeymaniya Saîrûn jî ya ku Muqteda Sedir rêbertiya wê dike, pesendkirina yasaya sererastkirina hilbijartinên parlamentoya Iraqê wek serkeftineke mezin ji bo gelê Iraqê bi nav kir.

Parlamentoya Iraqê roja Çarşemê 18-12-2019 jî 14 made ji 50 madeyên projeyasaya hilbijartinên parlamentoyê pesend kiribû, lê belê ji ber nakokiyên li ser herdu madeyên 15 û 16 û têbîniyên aliyên Kurd û çend fraksyonên din li ser biçûkkirina bazneyên hilbijartinê bo asta bajêr û qezayan û herwiha niyeta sepandina lîsta takekesî li şûna lîsta aliyên siyasî, serokatiya parlamentoyê pesendkirina projeyasayê paş xist.

Rudaw
Top