• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parêzgerê Hewlêrê plana şeva sersalê aşkera kir

Gulan Media December 25, 2019 Nûçe
Parêzgerê Hewlêrê plana şeva sersalê aşkera kir
Parêzgerê Hewlêrê hûrgiliyên plana parêzgeha Hewlêrê ya şeva sersalê aşkera kir.

Tenê heftiyek maye bo hatine cejana sersala nû ku şeva 31.12.2019ê bo 01.01.2020ê wek her sal xelk li hemû cîhanê ahengan pêktînin.

Di wan çend salên borî de ji ber hebûna şerê terorîstên DAIŞê û wek rêzgirtinek li şehîdan ti ahengekî fermî li bajarê Hewlêrê pêknehat. Ji bo îsal jî parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek hikûmet ti amadekariyek bo ahenga serê salê nehatiye kirin, lê lîstokên agir dê hebin nav baxê bajar de, derveyî wê jî taybetmendî ji Enkawa re hatiye dayîn.’’

Herwaha diyar kir, li hin cîha sektora taybet bixwe bo encamdana aheng û merasîmên cor bi cor xwe bo sersalê amade kirine û got: ‘’Şeva sersalê hemû saziyên ewlehiyê, polîsê hatûçû û saziyên pêwendîdar ên hikûmetê dê amadebaşiyê de bin.’’

Parêzgerê Hewlêrê pêşbîniya wê yekê jî kir, ku li bajarên naverast û xwarê yên Iraqê dê xelkekî zêde bi boneya cejna sersalê ve berê xwe bidin herêma Kurdistanê.

Basnews
Top