“Kî bibe serokwezîrê nû yê Iraqê divê girêdayî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê be”
Şandeka PDKê çûye Bexdayê û li ser mijara destnîşankirina serokwezîrê nû yê Iraqê bi partî û aliyên Iraqî re hevdîtin dike.
Yek ji endamên wê şandê, parlementerê berê yê PDKê li parlementoya Iraqê, Erefat Kerem e.
Erefat Kerem ji BasNewsê re got, posta serokwezîrtiyê ya şîeyan e. Lê serokwezîrê nû divê bikaribe vê qonaxê birêve bibe.
Kerem her wiha got, kî dibe serokwezîrê nû yê Iraqê divê girêdayî rêkeftian Hewlêr û Bexdayê bibe.
Nêzîkî mehekê ye serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dest ji kar berdaye û heta niha kesek li cihê wî nehatiye destnîşankirin.
Basnews
