• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rêveberiya Trump naxwaze Tirkiyê ceza bike

Gulan Media December 24, 2019 Nûçe
Rêveberiya Trump naxwaze Tirkiyê ceza bike
Medyaya Amerîkayê radigihîne, Trump têbiniyek ku li dijî cezakirina Tirkiyê derdikeve, şandiye Kongreya Amerîkayê.

Li gor nûçeya “The Daily Beast” a Wezareta Derve ya Amerîkayê, Trump têbiniyek ku ji heft rûpelan pêk tê û li dijî projeyasaya cezakirina Tirkiyeyê derdikeve, ji senatorên ku serkêşên cezakirina Tirkiyeyê dikin re şandiye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar dike, projeyasaya cezakirina Tirkiyê dê ziyaneke dijwar bigihîne pêwendiyên Tirkiye û NATOyê. Herwiha projeyasa dê pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê jî têk bide û Tirkiyê nêzikê Rûsyayê bike. Herwiha hin xalên projeyasayê hene ku ew bi ti awayî nikarin wan qebûl bikin.

Projeyasaya Cezakirina Tirkiyê ji Civata Nûnerên Amerîkayê derbas bûbû û dê Senatoya Amerîkayê wê bixe dengdanê. Ew projeyasa, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û cigîrê wî û 5 wezîrên Tirkiyeyê ceza dike û di warê leşkerî û bazirganî de cezayên dijwar ji Tirkiyê re dixwaze.

K24
Top