Hêzeke hevpeymaniya cîhanî gehêşte Xaneqînê
Li ser vê mijarê berpirsê şaxê 15an ya partiya demorkata Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa diyar kir ku hêzeke ser bi hevpeymaniya cîhanî gehêştiye devera Xaneqînê û piştî hatina hêza han rewş li deverê hinek aram bûye.
Şex Cefer herwiha eşkere kir ku jiber lawaziya artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî, DIŞI liv û tevgerên xwe li deverê de zêde kiriye, beriya çend rojan jî balefirên hevpeymaniya cîhanî êrîşî ser terorîstên DIŞIê kiribûn lêbelê heşda şebî gotibû ku di encama êrîşa wan de 8 terorîstên DIŞIê hatine kuştin, ev terorîst ji aliyê hevpeymaniya cîhanî ve hatibûn kuştin.
