Parlementerekî Gorran li ser xebatên PKKê li nav dibistanan de hişyarî da wezareta perwerdê
Duhî BasNewsê raportek belav kir li ser wê yekê ku endamên PKKê li nav dibistaneka keçan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û ji şagirdan re propaganda kirine.
Li ser vê mijarê, parlementerê Gorranê Rizgar Mihemed ji BasNewsê re got, bi rastî tiştekî sosret e. Eger pêwîstiya şagirdan û zarokan bi hişyarkirinê heye divê ev kar ji aliyê wezareta perwerdê ve bê kirin ne ji aliyê partiyekê yan jî rêxistinekê ve.
Rizgar Mihemed her wiha got, divê berpirsên wezareta perwerdê û rêveberên dibistanan gelekî hişyar bin û pêşiya tiştên wisa bigirin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, piştî belavbûna wê nûçeya BasNewsê, berpirsên wezareta perwerdê tedbîrên pêwîst girtin da ku tiştekî wisa dubare nebe.
Basnews
