• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Ji bo aştî û aramiyê di hewlên berdewam de dibin

Gulan Media December 24, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo aştî û aramiyê di hewlên berdewam de dibin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya jidayikbûna Hezretê Mesîh û Krîsmisê, pîrozbahiyê li Krîstiyanan dike û tekez dike, Herêma Kurdistanê wek her dem cihê pêkvejiyan, lêborîn, tebayî û aştiyê ji hemû pêkhateyan re dimîne.

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hat, “Cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh û Krîsmisê, bi germî li xwişk û birayên Kirîstiyan li Herêma Kurdistanê, Iraq û li her dereke cîhanê ku ev cejn tê kirin pîroz dikim, cejn û pişûyeke xweş û aramiyê jê re dixwazim û hêvîdar im ev cejn xêr, xweşî, aramî û aştiyê bi xwe re bîne ji hemûyan re.

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: Di vê bîranîna pîroz de, tekez dikin, Herêma Kurdistanê wek her dem cihê pêkvejiyan, lêborîn, tebayî û aştiyê ji hemû pêkhateyan re dimîne û ji bo aştî û aramiya navçeyê jî di vê hewl de berdewam dibe.

Nêçîrvan Baraznî tekez dike jî, Kirîstiyanên li Herêma Kurdistanê ne, xwedî û pêkhateyeke resen a welat in û her dem bi pêkhateyên din re di lêborîn, tebayî û aştiyê de jiyane û rola wan di parastin, avakirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê de heye. Cejn, bîranîn û boneyên we û yên hemû pêkhateyên Kurdistanê ne û cejna li hemûyan pîroz be.

K23
Top