• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ji QSD`ê encama şer û berxwedana 48 saetên dawî

Gulan Media December 23, 2019 Nûçe
Ji QSD`ê encama şer û berxwedana 48 saetên dawî
pevçûnên li deverê didomin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyeniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana her du rojên dawî yên Berxwedana Rûmetê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye: Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên bi çekên giran û balafirên bêmirov didomînin. Di van êrîşan de herêmên sivîl tên hedefgirtin û ziyanên maddî digihîjin welatiyên sîvîl.

Serêkaniyê

Komên çete bi çekên giran, tang û obusan êriş birin ser gundên Til Hermil, Im El-Işba, Til Mihemed û El Rabîat ên li xeta Serêknaiyê û Til Temir û hewl dan di bejahî de pêş de werin. Di encama êrîşan de 3 sivîl birîndar bûn.

Eyn Îsa

Komên çete yên ser be artêşa dagirker ve bi çekên giran, tang, obus û hawanan êriş birin ser gundên Gabar, Kefîfa û Xirbit Faris. Artêşa dagirker bi van êrişan hewl da herêmên dagirkeriyê berfireh bike. Êrîş bûn sedem ku di zevî û milkên welatiyên sîvîl de ziyanên madî çêbibin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker li herêma Eyn Îsa bi balafirên bêmirov çeperên hêzên me û herêmên sivîl bomberan kirin.

Bi giştî, di encama bombebaran û topbaranên artêşa dagirker de hevalek me birîndar bû.”


Top