Baregeha Barzanî: Canjidestdana Ferhad û Azad Xusrewî gelekî diltezîn e
Du kolberên ciwan ên Kurd ji gundê Nê yê Rojhilatê Kurdistanê Ferhad û Azad Xusrewî ku temenê wan 14 û 17 salî ne, ji 17ê vê mehê li çiyayê Teteya Hewreman di nava berfê de mabûn û ji sermayê canê xwe jidest dabûn.
Baregeha Barzanî peyamekeke serxweşiyê bi wê bûyerê belav kir û tê de hat, nûçeya canjidestdana wan her kolberên ciwan Ferhad Xusrewî û Azad Xusrewî gelekî hunavhejîn bû.
Amaje bi wê jî da, serxweşiyê li malbata û kesûkarên wan her du ciwanan û xelkê xweşewîst ê gundê Nê û devera Merîwan dikin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin.
Baregeha Barzanî hêvîxwaz e, êdî karesatên diltezînên dubare nebin û xwişk û birayên me ji azar û êşê dûr bin.
K24
