• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xelkê Merîwanê rejîma Îranê protesto kir

Gulan Media December 22, 2019 Nûçe
Xelkê Merîwanê rejîma Îranê protesto kir
enaze duhê hatiye veşartin
Duhê şemî di çarçoveya merasîma veşartina Kolberê Kurd yê 14 salî Ferhad Xosrewî yê ku li geliya Teteyê di dema kolberiyê de li gel birayê xwe di nava berfê de canê xwe ji dest dabû, xelkê Merîwanê li dijî rejîma Îranê diroşmeyên curbicur qiriya.

Di merasîma veşartinê de, xelk bi hilgirtina parçe nanek rejîma Îranê protesto kirin û dilgiraniya xwe ya li hember kuştina kolberan li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê diyar kir.

Xelk herwiha daxwaz kir daku derfetên jiyaneke birûmet ji wan re were afirandin.

Herwiha hate zanîn ku vê îro yekşem li Merîwanê jî greveke giştî were girtin bo protesto kirina rejîmê.

Top