• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pompeo: Destên Rûsya û Çînê bi xwînê sor in

Gulan Media December 22, 2019 Nûçe
Pompeo: Destên Rûsya û Çînê bi xwînê sor in
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo Vetoya Rûsî û Çînî li dijî şandina alîkariyên mirovî ji milyonan xelkê Sûriyê re şermezar dike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, Rûsya û Çîn “destên wan bi xwînê sor in” û bikaranîna Vetoyê li dijî gihandina alîkariyên mirovî bi “şermezarane” binav kir.

Encûmena Asayişa Navdewletî projebiryareke Almanî, Belçîka û Kuwêtî ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî di çend xalên sînorî re bo xelkê Sûriyê amade kiribû, lê û ew projebiryar rastî vetoya her yek ji Rûsya û Çînê hatibû.

Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibin û 4 milyon Sûrî sûdê ji werdigirin. Ew biryar jî roja 10 Çileya 2020an bidawî dibe.

Projebiryara Almanî, Belçîka û Kuwêtî pêşniyaz kiribû ta saleke din derbaskirina alîkariyên mirovî dê bihata dirêkirin.

K24
Top