• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Başîkê serbazekî Tirkiyê di encama lêdana mixmixkê de can da

Gulan Media December 22, 2019 Nûçe
Li Başîkê serbazekî Tirkiyê di encama lêdana mixmixkê de can da
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, serbazekî wan li devera Başîkê ya Başûrê Kurdistanê di encama lêdana mixmixkê (pêşî) de miriye.

Wezareta berevaniya Tirkiyê ragihandiye, duhî serbazekî wan bi navê Muharrem Karadûman di encama lêdana mixmixkê de mir.

Li gorî agahiyên wê wezareta Tirkiyê, ew serbaz li binkeya artêşa Tirkiyê ya li devera Başîkê ya Başûrê Kurdistanê bû. Par payîzê mixmixkê pêve dabû û ji wê demê ve di bin çavdêriya nojdariyê de bû.

Di daxuyaniya wezareta berevaniya Tirkiyê de hatiye gotin ku ji ber lêdana mixmixkê vîrûsa bi navê “rojavayê Nîlê” derbas canê wî serbazî bibû ji ber wê jî canê xwe ji dest daye.

Basnews
Top