Burkay: Bi çareserkirina pirsa Kurdî re dê Tirkiye jî aram bibe
Li Bakurê Kurdistanê di demên dawiyê de li ser çand û zimanê Kurdî gelek çalaki tên kirin. Weqfa Riya Azadiyê jî li ser perwerdehiya bi zimanê dayîkê panelek li dar xist. Serokê weqfê û siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay, nivîskar û lêkolîner Ekrem Onen, Haluk Ozturk û Cemîl Guneş derbarê perwerdehiya bi zimanê dayîkê de gotar pêşkêş kirin. Gelek nivîskar, lêkolîner, siyasetmedar û rewşenbirên Kurd jî beşdarî panelê bûn. Serokê Weqfa Riya Azadiyê Kemal Burkay got; da ku aramî bê Tirkiyeyê divê mafên Kurdan yên perwerdehî, siyasî û rêveberiyê werin naskirin.
Serokê Weqfa Riya Azadiyê Kemal Burkay ji K24ê re got: "Her çiqas welatî li mal bi zimanê xwe diaxivin jî heger ew ziman ne zimanê perwerdehiyê be zehmet e. Li Tirkiyeyê li dijî Kurdan helwest û siyaseteke gelik xirab tê kirin. Tikriye bi vê helwesta xwe ji derd û belayan xilas nabe. Kurd ne kole ne, Kurd mafê xwe dixwazin. Heta ku Pirsgirêka Kurd li ser esasên wekheviyê neyê çareserkirin ev welat jî ji derd û belayan xilas nabe."
Di panelê de mînakên welatên pêşketî jî hatin dayîn û hat gotin ku li gelek welatên cîhanê neteweyên cûda jî dikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û ev jî ji bo dewletê wekî dewlemendiyekê tê nirxandin. Li gorî amajekirina panelîstan her çiqas siyasetmedarên Tirkiyeyê hebûna Pirsgirêka Kurd qebûl kiribin jî ev pirsgirêk çareser nekirine. Nivîskar û lêkolîner Ekrem Onen jî got, li Tirkiyeyê Kurdfobiya heye lê heger Tirkiye jî wekî dewletên pêşketî mafên Kurdan nasbike dê welateke pêşketî û aram be.
Lêkolîner û nivîskar Ekrem Onen wiha axivî: "Divê Tirkiye xwe ji kurdfobiyayê xilas bike, divê êdî ji bo Kurdan rê veke ango divê Kurd êdî bikaribin li vî welatî bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Êdî Tirkiye nikare rê li ber daxwazên Kurdan bigire ji ber ku di hemû pêwendiyên navdewletî de ev pirsgirêk derdikeve pêşiya Tirkiyeyê. Divê li Tirkiyeyê Kurd bikaribin bi zimanê xwe perwedehiyê bibînin, serdest û azad bin."
Panelîstan bal kişandin ser peymanên navdewletî û gotin kû mafên neteweyan bi peymanan hatine mîsogerkirin û lê Tirkiye derbarê mafê Kurdan de ev peyman bi merc qebûlkirine. Beşdarên panelê bang li rêveberên Tirkiyeyê kirin ku mafên 25 milyon Kurd nas bike da ku ew jî bibe welateke pêşketî.
K24
