• Wednesday, 11 February 2026
logo

YNKê dest bi girêdana kongreya xwe kir

Gulan Media December 21, 2019 Nûçe
YNKê dest bi girêdana kongreya xwe kir
Îro kongreya çarem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê destpê kir û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl gotara destpêkê xwend.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di roja yekem a kongreyê de, peyrwa navxwe ya YNKê tê xwendin û biryar e di heyama du rojan de jî bê pesendkirin.

Di destpêkakongreyê de Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl di gotarekê de, ji bilî pîrozbahîkirina girêdana kongreyê, daxwaz ji serkirde û kadroyên YNKê kir, rûpeleke nû di jiyana siyasî de vekin û hemû jî berpirsatiya dîrokî bixin stûyê xwe.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê diyar kir, YNKê bo girêdana kongreya xwe, ti mêvanek ji derve yan ji navxweya Herêma Kurdistanê venexwandiye.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sala 1975an hatiye damezirandin û di sê kongreyên berê de Mam Celal Talebanî wek Sekreterê Giştî yê pariyê hatibû hilbijartin.

Pêwîst bû di meha Adara 2013an de kongreya çarem a YNKê hatiba girêdan, piştre jî biryar bû roja 7ê Adara 2018an hatiba girêdan, lê careke din ji ber pirsgirêkên navxweyî yên wê partiyê, Herêma Kurdistanê û navçeyê, girêdana kongreyê hat paşxistin.

K24
Top