• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xwepêşanderên Iraqê daxwaza dest ji kar kêşana Berhem Salih dikin

Gulan Media December 21, 2019 Nûçe
Xwepêşanderên Iraqê daxwaza dest ji kar kêşana Berhem Salih dikin
Xwepêşanderên Iraqê bi dirûşman ve daxwaza dest ji kar kêşana serokkomar û serokê parlamentoya Iraqê dikin.

Li gor tomarekî videoyî ku di torên civakî de hatiye belav kirin û diyare di wan çend rojên dawî de hatiye tomar kirin, bi sedan xwepêşander derdikevin ku bi yek deng hewar dikin û ‘’Helbûsî û Berhem, dora we hatiye’’ wek amajeyek bo dest ji kar kêşana Adil Ebdulmehdî ji serokwezîrtiyê wê dirûşmê davêjin.

Ev yek di demekî de ye ku çapemeniya Iraqê behsa vê yekê dike ku Berhem Salih çavê wî lê ye, dema yasayî bo destnîşan kirina serokwezîrekî nû bo Iraqê derbas bike û valatiyekî yasayî li welat ava bibe û ew di heman demê de hem serokkomar be û peywira serokwezîrtiyê jî di dest wî de be.

Basnews
Top