Serokomariya Tirkiyê: HDP nekariye xwe weke partiyeke Tirkiyê nîşan bide
Cigîrê Serokomariya Tirkiyê Fuat Oktay li Parlemena Tirkiyê axavî û rexne li HDPyê girt. Oktay got, hemû partiyên Parlemenê li dijî biryara Amerîka ya di derbarê Ermeniyan de derketine û ew biryar şermezar kirine, lê HDP nekiriye û nekariye xwe weke partiyeke Tirkiyê nîşan bide.
Berî çend rojan, Encûmena Senatoya Amerikayê pêşnûmeya nasandina Jenosayda Ermeniyan pesend kiribû. Parlamentoya Tirkiyê jî bi tundî ev pesendkirin şermezar kir. Lê HDPê pêşwazî li wê biryara Senatoya Amerîka kir û got, divê Tirkiye bi hemû karesatên dîrokî re rûbirû bibe.
Herwiha Oktay ragihand jî, HDPê bûdçeya Wezareta Berevaniyê weke bûdçeya şerxwaz penase kiriye û li dijî wê derketiye, lê HDP beramberî çalakiyên PKKê bêdeng e.
Cigirê Serokê Fraksiyona Koma HDPê Saruhan Oluç jî li ser van daxuyaniyan nerazîbûn nîşan da û got, ew partiyeke Tirkiyê ne.
