• Wednesday, 11 February 2026
logo

Grûpên çekdar xelkê biyan li Serê Kaniyê bicih dikin

Gulan Media December 21, 2019 Nûçe
Grûpên çekdar xelkê biyan li Serê Kaniyê bicih dikin
Guhertina demografî li Serê Kaniyê berdewam e, mafnas kiryarên girûpên bi ser Tirkiyê ve bi jînosaydê binav dikin û diyar dikin ku pêwîst e civaka navdewletî bêdeng nemîne.

Li ber bêdengiyeke navdewletî guhartina demografiya Serê Kaniyê û Girê Sipî berdewam e, di bin çavdêriya Tirkiyê de grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê malbatan ji parêzgehên din ên Sûriyê tînin û Serê Kaniyê û Girê Sipî bicih dikin. Herwiha rêgiriyê jî li ber vegera xelkê bajêr digirin.

Rêveberiya Xweser diyar dike ku armanca Tirkiyê, hemû pêkhateyên Sûriyê ne û bi taybet Kurdû Siryanî ne, ev jî piştî êrîşa Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Til Temirê diyar dibe.

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlîzebês Gewriyê ji K24ê re got: “Tirkiye dixwaze Sûriyê perçe bike, ku ji Bab û Cerablusê destpê dike û heta digihe bajarê Efrînê. Herwiha dixwaze niha demografiya deverê biguhêre, wek me çawa li gundewarê çemê Xabûrê dît, gelê me yê Xiristiyan ji gundên wan derxistin û koçber kirin û niha jî tiştê ku rû dide bi sedema operasyona wê ya di 9ê Cotmeha bûrî de li Serê Kaniyê û Girê Sipî destpê kiriye, bi armanca guhartina demografiya deverê û bicihkirina malbatên biyanî di malên xelkê wan navçeyan de. ”

Bêhtir ji 300 hezar kesî ji encama êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar, ji Serê Kaniyê koçber bûne û hîn jî nikarin vegerin ser mal û milkên xwe, ji tirsa kuştin û revandinê. Saziyên mafên mirovan van kiryaran li gor biryar û peymanên navdewletî bi jenosid û tawanên cengê binav dikin.

Mafnas Hesen Ebdula ji K24ê re got: “Li gor peymana Cenêvê ya sala 1949an û protokolên wê yên salên 1977an û wek Peymana Navdewletî ya Mafên Mirovan sala 1948an û li gor Dadgeha Tawanan a Navdewletî, ev kiryarên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dibin, sûcên şer û tawanên li dijî mirovahiyê ne.”

K24
Top