Kerkûk - Çekdarên Heşda Şeibî malên kurdan teftîş kirin!
Peyamnêrê BasNews li Kerkûkê, Diyarî Ehmed ragihand, îro danê sibê çekdarên Heşda Şeibî bi alîkariya hêzên Iraqî ketin malên kurdan li taxên Azadî û Barûtxanê.
Li gorî agahiyên Diyarî Ehmed, çekdarên Heşda Şeibî bi behaneya terorê malên kurdan teftîş kirin û ew aciz kirin.
Heşda Şeibî û hêzên Iraqî di demekî de malên kurdan teftîş dikin ku terorîst û DAIŞ herî zêde li nav ereban û taxên ereban hene.
Basnews
